Tevahiya peywendiyên li gel Îranê hat qut kirin
PeyamaKurd - Welatê Mexrîbê (Fas) tevahiya peywendiyên xwe li gel Îranê qut kirin.
Hikûmeta Mexrîbê, Îranê tometbar dike ku piştevaniya grûba siyasî û çekdar ya Polîsaryo li dijî hikûmeta wî welatî dike.
Wezîrê Derve yê Mexrîbê Nasir Borîte, di daxuyaniyekê de bo medyayê ragihand, ku Komara Îranê piştîvaniya grûba çekdarî ya Polîsaryo li Sehraya Rojava dike, ku daxwaza cûdabûn û serxwebûna wê navçeyê ji Mexrîbê dike.
Eniya Polîsariyo rêxistineke çekdarî ya Îslamî ye û bi dehan sal e ku ji bo serxwebûna Sehraya Rojava şerê çekdarî li dijî Mexrîbê îlan kiriye.
Wezîrê Derve yê Mexrîbê diyar kir, ku ji ber piştgiriya Îranê ya bo grûba çekdarî ya Polîsariyo, ew welat tevahiya pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Tehranê re qut dike.
Bi gotina Nasir Borîte Îran û hevpeymanê wê yê şîe yê Hizbullah a Lubnanê, bi rahênanê û şandina çekan bo çekdarên Polîsariyo, piştgiriya wê grûba dijberî Mexrîbê dikin.
Nasir Borîte diyar kiriye, ku Îran û Hizbullah a Lubnanê, bi rêya Balyozxaneya Îranê ya li Elcezayirê wan alîkariyan digihînin Polîsariyo.
Elcezayir welatekî cîranê Mexribê ye ku kampên penaberên herêma Sehraya Rojava û çekdarên Eniya Polîsariyo li wî welatî hene.
Wezîrê Derve yê Mexribê herwiha biryara daxistina Balyozxaneya Îranê û derxistina Balyozê Îranê yê li wî welatî û vekişandina balyozê xwe ji Îranê jî aşkere kir.
Hikûmeta Mexrib ragihandiye, ew qebul dikin ku ji bo desthilateke xwerêveber, referandum li Sehraya Rojava bê kirin, lê ew cudabûna wê navçeyê qebûl nakin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin