Terorîstekî DAISê ji kustina zarokeke êzidî tê dadgehkirin

24 nîsan 2020 19:53
Terorîstekî DAISê ji kustina zarokeke êzidî tê dadgehkirin

PeyamaKurd – Li dadgeheke Almanyayê îro darizandina terorîstekî DAIŞê ku tiliya wî di qirkirina kurdên êzidî de heye dest pê kir. 

Li gorî zanyariyan wî kesî tawanên dijmirovî, şer û qaçaxiya mirovan jî kiriye û îro li pêşberî dadgeha bilind a Frankfurtê derdikeve pêşberî heyeta dadgehê.

Hat zanîn ku navê wî çekdarê DAIŞê yê Iraqî Taha ye. Destpêkê bi tohmeta kuştina zarokeke êzidî tê dadgehkirin.

Sala 2015an terorîstê DAIŞê Taha, dayîk û keçeke êzidî kirîne û îşkence li wan kiriye. Herwiha sala 2019an jî li Yûnanistanê hatiye girtin û paşê ew radestî Almanyayê hatiye kirin.