Termê helbestvan Ehmedê Huseynî li Amûdê bi xakê hat sipartin
Îro Şemiyê, bi dehan nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, siyasetmedar û malbata wî, termê helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî li bajarê wî Amûdê ber bi rêwîtiya wî ya dawî ve birê kirin.
RûpelNews - Ehmedê Huseynî di 10ê Adara borî de, li welatê Swêdê di 71 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kiribû.
Rêwîtiya vegera dawî
Duh Înê, termeyê helbestvan Ehmedê Huseynî gihişt bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê. Piştî merasîmeke xatirxwestinê, darbesta wî ber bi Herêma Kurdistanê ve hat birêkirin. Sibeha îro Şemiyê, termê wî di deriyê sînorî yê El-Welîd re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ji aliyê elîteke nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran ve hat pêşwazîkirin.
Termeyê Ehmedê Huseynî pêşî birin navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişloyê û piştre ber bi Amûdê ve hat veguhastin. Li ketina bajarê Amûdê bi merasîmekê hat pêşwazîkirin û li Goristana Şermola ya li başûrê bajêr bi xakê hat sipartin.
Hat ragihandin ku merasîma sersaxiyê yê helbestvan Ehmedê Huseynî dê li Navenda Çandî ya Amûdê were encamdan.
Jiyan û berhemên wî
Ehmedê Huseynî di sala 1955an de li Amûdê ji dayik bûye û li Zanîngeha Şamê beşa Felsefeyê qedandiye. Helbestvanê nemir xwediyê 15 pirtûkan e. Her wiha wî romana nivîskarê navdar Selîm Berekat a bi navê "Sîsirkê Hesinî" wergerandiye zimanê kurdî û bi vî rengî pireke girîng di navbera wêjeya kurdî û erebî de ava kiriye.
Bi koça dawî ya Ehmedê Huseynî re, wêjeya kurdî stûneke xwe ya herî girîng a hevdem, ku bi dehan salan di xerîbiyê de xizmeta çand û zimanê xwe kir, ji dest da.

