Tehdîda Îranê li ser Îsraîlê dewam dike

13 nîsan 2018 16:59
Tehdîda Îranê li ser Îsraîlê dewam dike

PeyamaKurd-Hêzên Qudsê ku bi ser Parêzvanên Şorişa Îranê yê Ayetullah Elî Hemaney ve ne, hişarî dan Îsraîlê û gotin ku wê Îsraîlê ji holê rakin.

Berpirsê Îranî got: Eger rêvebiriya Telavîvê bo Îranê dewam bike û bahaneyan çêbike, em dikarin Îsraîlê ji ortê rakin. Divê Îsraîl ji dorpêçên weke rebenan xwe dûr bixe.”

Roja borî artêşa Îsraîlê ragihandibû ku eger Îran axa Sûriyê bikarbîne û êrîşê Îsraîlê bike, wê bedela wê rejîma Esed safî bike.