TAYBET | Ji baskê HDP û CHPê daxuyaniyên besdarnebûna merasîma sondxwarinê

11 hezîran 2019 21:31
TAYBET | Ji baskê HDP û CHPê daxuyaniyên besdarnebûna merasîma sondxwarinê

PeyamaKurd / Taybet – Serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh 10ê Hezarîna 2019an bi merasîmeke taybet ku bi qasî hezar û 200 mêvanên biyanî û Kurd beşdarî kirin, sonda yasayî ya destbikarkirina seroktiyê xwar.

Di merasîmê de ji gelek welatan nûnerên dîplomatîk û ji nav siyaseta Kurdan jî nûnerên partiyên Kurdistanî beşdarî kirin, lê balkêş bû ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ti nûnerek beşdarî merasîma sondxwarinê nebû.

Herwiha di nav partiya navendî ya opozîsyona Tirkiyê CHPê de parlamentarên Kurd hene, lê ligel beşdariya nûnerên AKPê yên wê partiyê jî di merasîmê de amade nebûn.

TAŞÇIER: CIVÎNEKE ME HEBÛ, LOMA EM BEŞDAR NEBÛN

Parlamentarê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier li ser mijarê daxuyanî da PeyamaKurd û got, “Ji ber ku civîna me hebû û tarîxa merasîmê guncaw nebû me di merasîmê de cî negirt.”

Taşçier wiha pê de çû: “Ji ber vexwendinekê hevdîtineke me ya koma HDPê bi Balyozxaneya Amerîkayê re hebû. Ji ber vê tarîxan li hev nekir. Em dizanin ku me cî negirt, lê emê piştre biçin Hewlêrê. Divê ev rewşa bi awayekî cuda neyê şîrovekirin. Ev ne helwesteke qestî û bi zanebûn pêk hatiye ye. Wekî me diyar kir, ji ber hebûna civîna me tarîxan li hev nekir û em beşdarî merasîmê nebûn.”

TANRIKULU: EZ WEKÎ ŞEXS NEHATIM VEXWENDIN

Parlamentarê Stenbolê yê CHPê yê Kurd Sezgîn Tanrikulu jî ji PeyamaKurd re li ser mijara beşdarnebûnê got: “Vexwendineke şexsî ji min re nehat. Heger vexwendin hebûya minê hewl bida biçûma, qet nebe minê peyameke pîrozkirinî rê bikira.”

Tanrikulu di berdewamê de diyar kir, “Helwesta me diyar e. Heger daweteke şexsî ji min re bihata minê hewl bida ku biçûma. Heke neçûma jî minê peyameke pîroziyê rê bikire. Wekî min got, ti vexwendinek ji min re nehatiye.”

PYD Û ENKS JÎ TÊ DE NÛNERÊN HER BEŞÊN KURDISTANÊ AMADE BÛN

Hêjayî gotinê ye, di merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de, ji Amerîka, Fransa, Rûsya, Almanya, Japonya û Îranê nûnerên dîplomatîk û balyozên wan beşdarî kirin. Li ser navê hikûmeta Tirkiyê jî Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û hejmarek parlamentarên AK Partiyê di merasîmê de amade bûn.

Herwiha ji xeynî partiyên Kurdistanê yên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê jî nûnerên partiyên di bin banê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî merasîma sondxwarinê kirin.