Tara Mamedova albûmeke nû derxist
PeyamaKurd - Hunermenda Kurd Tara Mamedova, piştê pênc salan albûma xwe ya duyemîn ve careka din derdikeve pêşberî mûzîkhezan. Piştî albûma ewil ya bi navê "Ax" albûma nû bi heft stranên pêkhatî bi terza caza etnîk bi performansa zindî bi navê 'Live Studio Session' li ser platformên dîjîtal cihê xwe girtiye.
Tara Mamedova di albûma xwe ya duyemîn de bi sê zimanan distirê: Bi Kurdî, Rûsî û Frensî. Aranjeya albûmê mûzîkjen Olcay Bozkurt kiriye.
Di vê albûmê da du heb berhem gotin û mûzîkên wan yên wê bi xwe ne. Sê berhem gelerî, straneke gelêrî ya rûsî ye, straneke gelêrî û stranek jî ya Şivan Perwer e.
Hunermend Mamedova aliyê çand û hunera Kurdî de xwe berpirsiyar dibîne, Mamedova hemû qezenca albûmê jî, ji bo çand û hunera kurdî baxişandiye Deutsch- Kurdisches Kulturinstitut (Enstîtûya Elmanî-Kurdî) ku ev Enstîtû li Almanyayê di mehên borî de bi serpereştiya Aranjorê albûma Axê Hakan Akay ve hatiye damezirandin.
Hunermenda ku haziriya danasîna albûmê dike, bi derketina albûmê re wê di demeke nêz de, li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Îzmir, Enqere û Stenbolê konsêrtan bide.
TARA MAMEDOVA KÎ YE?
Hunemenda kurd Tara Mamedova di 1983yan de li bajarê Kirxistanê jidayik bûye û bi malbata xwe re koçî Saratova Rûsyayê kiriye. Li Parîsê perwerdehî dîtiye û bi frensî û rûsî dizane. ' (Live Studio Session İstanbul, 2019' albûma wê ya duyemîn e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin