Talîbanê, salvegera desthilatiya xwe pîroz kir
PeyamaKurd- Di çapemeniya Afxanîstanê de hat ragihandin ku Talîbana ku di 15ê Tebaxa 2021an de ketibû paytext Kabîlê û serweriya welêt kiribû dest, salvegera xwe pîroz kir.
Hat diyarkirin ku li bajarên seranserê welêt, bi taybetî li Kabul, Herat, Mazar-i-Şerif û Kandaharê, Talîban hêzên bi konvoya bi çek û maşînên leşkerî gera bajêr organîze kirin.
Li gorî agahiyan, li parêzgeha Kandaharê ku dikeve başûrê Afxanîstanê û ji bo Talîbanê xwedî wateyeke sembolîk e, merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.
Her wiha li Kabîlê konvoyên Talîbanê ji Mesut Junction li ber Balyozxaneya berê ya Amerîkayê gera bajêr kirin û li tevahiya paytextê geriyan.
Hat zanîn, ji ber hegera gefa rêxistina terorîst a IŞÎDê ya li ser pîrozbahiyan, hêzên Talîbanê ji bo pîrozbahiyê bergirên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin