Talîbanê ji Yekîtiya Ewropa alîkarî xwest
30 mijdar 2021 03:59
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Tevgera Talîban a Afganistanê, di civînên paytexta Qeter Dohayê de, ji welatên Yekîtiya Ewropayê daxwaza alîkariya darayî û xebitandina balafirgehan kiriye.
Herwiha Talîbanê bi vê daxwazê re misogerî daye Yekîtiya Ewropayê ku hemû kesên bixwazin bi ewlehî ji Afganistanê derkevin.
Li gorî zanyarîyên belav bûne, YEyê soza berdewama alîkariyên mirovî daye Talîbanê û soza lêborîneke giştî bo kesên ji hikûmeta berê ya Afgan re xebitîne ji Talîbanê xwestiye.
Herwiha di civîna ku şanda hikûmeta demkî ya Talîbanê û şanda Yekîtiya Ewropayê beşdarî kirine û du rojan dom kiriye de, Talîbanê ji bo mûçeyên karmendan jî alîkariya darayî xwestiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Yekîtiya Ewropa 235 milyon euro alîkarîyê pêskesî Sûriyê dike
17 rbn 2025
Cîhan
Wê Yekîtiya Ewropa 26 milyon euro alîkarî bisîne Rojavayê Kurdistanê
19 gln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin