Talîbanê ji bo endamên hikûmeta Afgan efûya gistî derxist!

17 tebax 2021 18:08
Talîbanê ji bo endamên hikûmeta Afgan efûya gistî derxist!

PeyamaKurd - Tevgera Talibanê lêborîna giştî ji bo berpirsên hikûmeta Afganistanê derxist û daxwaz ji wan kir vegerin ser karên xwe û dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.

Talibanê bidaxuyaniyekê ragihandiye: “Lêborîna giştî ji bo hemû kesî hatiye derxistin, niha dikarin bi hemû baweriyekê dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.”

Lê belê her çiqas Talibanê ev daxuyanî daye jî reva welatiyên Afganistanê ji welat berdewam dike û tevahiya endamên hikûmetê jî ji welat derketine.

Talîbanê piştî kontrolkirina Kabulê ragihandiye ku ew navê Afganistanê jî diguherin dikin, Emîrtiya Îslamî ku wê bi şerîeta îslamê were birêvebirin û dawî li sîstema demokratîk bînin.