Talîbanê hikûmeta nû ya demkî ya Afganîstanê ragihand
08 îlon 2021 15:00
PeyamaKurd – Talîbanê do hikûmeta nû ya demkî ya Afganîstanê ragihand û Molla Hasan Akhund wek serokwezîr hat destnîşankirin.
Herwiha Akhund berê jî di salên dawî yên desthilata Talîbanê de serokwezîrî kiribû.
Di kabîneya nû de, Molla Abdul Ganî Baradar, ku danûstandinên bi Amerîka re birêve biribû û peymana vekişîna hêzên Amerîkî îmza kiribû, wê bibe yek jî du cîgirên Akhund.
Di kabîneya nû de, kesên ji derveyî Talîbanê cîh negirtin.
Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid da zanîn, kesên destnîşankirî ji bo kabîneya demkî ne, lê wî zelal nekir ku ew kes wê heta kengî li ser karê xwe bimînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Qedexeya derketina derve ya demkî li Humsê hat ragihandin
23 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin