Talabanî serkeftina dijî DAISê li HSDê û Pêsmerge pîroz kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û bidawîanîna terorîstên DAIŞê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Talabanî serkeftina dîrokî ya li dijî terorîstên DAIŞê li HSDê, Pêşmerge û hemû gelê Kurd pîroz kir.
Qûbad Talabanî got: “Terorîstên DAIŞê li ser destê Kurdan û bi alîkariya hepvyemana navnetewî li navçe û bajarên Başûrê heya digihe Kobanê şikest. Şikestina dawî ya DAIŞê carek din li ser destê keç û xortên Kurdan li Baxozê bû”.
Talabanî destnîşan kir, divê niha hemû cîhan ji peyama Kurdan têbigihe ku peyama aştî û demokrasîxwaziyê ye û wiha pê de çû: “Kurdên bi xwîna nêzîkî 2 hezar pêşmerge, 11 hezar şervan û zêdetirî 30 hezar birîndar vê destkeftiyê ji bo cîhanê aniye. Ji bo vê pêwîste civaka navnetewî di alîkarîdayîna ji bo Kurdan de berdewam bike. Her çendî ku DAIŞ li ser xakê xilas bûye, lê hîn jî ji bo aramiyê metirsiye”.
Qûbad Talabanî got: “Em serkeftina şervanên HSDê li hemû Kurdan pîroz dikin. Silav ji bo pêşmerge û şervanên çeleng”.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin