Serkeftina HSDê ya dijî DAISê bû mijara sereke
PeyamaKurd - Di medya cîhanê de serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li dijî DAIŞê bû mijara sereke.
REUTERS: DAIŞ TÊK ÇÛ, LÊ HÎNA XETERIYA WÊ HEYE
Ajansa Reutersê ragihand, “Hêzên Sûriya Demokratîk têkçûna DAIŞê ragihandin” û wiha hat gotin, “Tevî ku têkçûna DAIŞ li Baxozê dawî- li serweriya wê li ser xaka ku ji 2014an de bi dest xistibû tîne, lê hîna jî xeteriya wê didome.
BBC: HSDÊ ALA XWE LI BAXOZÊ BILIND KIR
Malpera BBC ragihand ku piştî 5 sal temenê rêxistina terorîst a bi navê DAIŞê, bi rizgarkirina Baxozê re ew dewlet hilweşiya.
BBC li ser malpera xwe wiha nivîsand:
“Şervanên HSD îro li Baxozê ala xwe bilind kir.”
BBC diyar kir ku revî têkçûna terorîstên DAIŞê, metirsiya wê dimîne.
Malpera BBC dibêje ku terorîst DAIŞê li welatên mîna Naycîrya, Yemen, Afganistan û Filipînê bi cih bûye.
BBC got, Hêzên Sûriya Demokratîk ku Kurd serkêşiya wê dike, despêka Adarê dest bi pêngava rizgarkirina Bagozê kir.
Ji ber hebûna hejmareke mezin ji jin û zarokan, HSD neçar ma pêngavê hinekî lawaz bike da ku sivîlan rizgar bike.
THE INDEPENDENT: HSDÊ BI TEMAMÎ DAIŞ TÊK BIR
Rojnameya The Independent bi manşêta “Bi têkçûna bêrîka dawî, dewleta Îslamî hilweşîya” dest pê kir:
Rojnameya The Independent got ku DAIŞ a ku bi hezaran kîlometre û bi milyonan sivîl dagir kiribûn, îroj têk çû.
Rojnameya The Independent ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rizgarkirina qaşo dewleta ku DAIŞê ragihandibû, bi temamî ragihand.
EL-EREB: XAKÊN DI BIN SERWERIYA DAIŞÊ BI TEMAMÎ HATIN RIZGARKIRIN
Rojnameya El-Ereb nûçeya ragihandina dawîanîna çekdarî ya DAIŞê, kir manşêta sereke û wiha tê gotin:
Bi vî awayî xakên Sûrî û Iraqê yên di bin serweriya DAIŞê de tên rizgarkirin…
Lê şaneyên veşartî yên DAIŞê hîna jî xeteriyê çêdikin.
ŞERQ EL-EWSET: HSDÊ SERKEFTINA DAWIYÊ LI DIJÎ DAIŞÊ RADIGIHÎNE
Rojnameya Şerq El-Ewset bi serenavê HSDê serkeftina dawiyê li dijî DAIŞê radigihîne, nûçeya têkçûna DAIŞê li ser destê belav kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin