Tacikîstan: Rusyayê, girtiyên Tacikî sandin ser!
14 tebax 2023 02:00
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tacikîstanê Remezan Rehîmzade ragihand ku rayedarên Rusyayê nêzîkî 100 girtiyên Tacîkî, ji girtîgehên Rusyayê şandine nav şerê Rusya û Ukraynayê.
Remezan Rahîmzade, li ser mijarê li Duşanbeyê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku nêzîkî 100 mehkûmên Tacîkî yên di girtîgehên Rusyayê de girtî bûne, şandine herêmê.
Rahîmzade di dewama agahiyên xwe de got ku rayedarên Rusyayê li ser mijarê agahî nedane û di navbera herdu welatan de li ser parvekirina daneyan lihevkirinek tuneye.
Her wiha di çapemeniya Tacikîstanê de jî nasnameyên 20 girtiyên Tacîk ên ku di şerê Rusya û Ukraynayê de hatine kuştin, hatin parvekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wê hejmarek girtiyên Fîlîstînî bo Tirkiye û Qeterê bên sandin
29 rbn 2025
Jiyan
Li Kubayê, tora ku ji Rusyayê re leskeran kom dikir, hat hilwesandin
05 îln 2023
Cîhan
Rojava: ‘Rusyayê, yekîneyên xwe sandin Kobaniyê’
01 brf 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin