Swêd: Partiyên pistgiriya PKKê dikin, nakevin hikûmeta nû
PeyamaKurd- Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson, li ser hilbijartinên giştî û herêmî yên ku dê di meha pêş de li Swêdê bên kirin, axivî û eşkere kir ku ew ê partiyên piştgiriya PKKê dikin, di hikûmetê de cih negirin.
Magdalena Andersson, di qenala televîzyona dewletê ya SVTê de axivî û bal kişand ser hilbijartinên giştî û herêmî ku dê di 11ê Îlonê de bên kirin. Andersson, di axaftina xwe de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî “rêxistineke terorî” bin av kir û li ser mijarê got, “Em ligel partiyên çep ên ku piştgiriya PKKê dikin, hikûmetê ava nakin.”
Serokwezîr Andersson eşkere kir ku daxwaza wan ew e, hikûmeta nû bê avakirin, bêalî be. Andersen bi berdewamî got,
"Di havîna îsal de Partiya çep ala PKKê hilda û bi alîgirên xwe re li hev civiyan. Ev helwest, bi ya min bêdesthilatdariya hikûmetê nîşan dide. Ji ber ku ev kom, wekî rêxistineke terorî tê naskirin, ez bi fikarim ku em ligel wan hikûmetê ava bikin."
Sembolên PKK û YPG hildabûn
Di 7ê Tîrmehê de Parlamenterên Partiya Çep Daniel Riazat, Momodou Malcom Jallow û Lorena Delgado Varas, li bajarê Visby wêneyekî bi sembolên YPG û PKKê kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn. Serokwezîra Swêdê Andersson jî vê helwesta parlamenteran, şermezar kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin