KERKÛK- Partiyên Kurd bîranînên Adarê bi hev re amade dikin
Partiyên siyasî yên kurdî li Kerkûkê ji bo bîranînên Enfal, komkujîya Helebçeyê, Serhildana kurdan sala 1991an li Herêma Kurdistanê û Newrozê dest bi amadekariyan kirine. Partiyan, armanc dikin ku van bîranînan bi yekîtî û bi bernameyên hevpar pêk bînin.
RûpelNews - Li Kerkûkê partiyên siyasî yên kurdî ji bo çar bûyerên dîrokî yên ku di meha Adarê de têne bîranîn, dest bi amadekariyên çalakiyan kirine. Di nav van bûyeran de Enfal, komkujîya Helebçeyê, Serhildana kurdên sala 1991an û Newroz cih digirin.
Li gorî agahiyan, partiyên Kurd, dixwazin ku bernameyên bîranînê bi awayekî hevpar û bi yekîtî rêk bikin. Di nav bernameyên ku hatine plan kirin de pêxistîna agîrê Newrozê li Qeleya Kerkûkê jî cih digire.
Partiyên kurdî li ser bîranînên hevpar civiyan
Di vê çarçoveyê de, hefteya borî partiyên kurdî li Kerkûkê civînek li dar xistin û li ser rêxistina hevpar a van bîranînan nîqaş kirin.
Revênd Mela Mehmûd, yek ji berpirsên Rêxistina Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), diyar kir ku van bîranînan ne tenê yên partiyên siyasî ne, lê belkî yên hemû gelê Kurd in.
Mehmûd di axaftinekê de bi RûpelNews re got ku armanca civînê ew e ku bîranîn bi hev re pêk bên û di nav kurdan de peyama yekîtî were dayîn.
Wî got: “Pir bîranîn hene ku bi kurdan ve girêdayî ne. Armanca civîna me ew bû ku em van bîranînan bi hev re pêk bînin û bi yekîtî hereket bikin. Ev bîranîn ne tenê yên partiyekê ne; ew yên hemû gelê Kurd in. Ji ber vê yekê em hemû di vê mijarê de xwedî helwestek hevpar in.”
YNK: Di vê demê de yekîtî girîngtir e
Revênd Mela Mehmûd her weha bal kişand ser girîngiya yekîtî di şert û mercên siyasî yên niha de.
Wî got: “Di vê demê de yekîtî di nav kurdan de pir girîng e. Wekî vê jî yekîtîya siyasî di nav Iraqê de girîng e. Ji ber ku her bêîstîqrarî ku li vê herêma sînorî çêbibe dikare hemû herêmê bandor bike. Ji ber vê yekê divê partiyên siyasî rewşa gelê xwe ji nêz ve bişopînin.”
Wî her weha bang li hemû partî û aliyan kir ku yekîtî û hevgirtina di nav kurdan de were parastin.
Komkujîya Enfalê
Parlamentoya Herêma Kurdistanê 14ê Adarê wekî roja bîranîna Enfalê ragihandiye. Parlament û hukûmeta herêmê Enfal wekî “komkujî” nas dikin, û Hukûmeta Iraqê jî ev tawan nas dike.
Operasyona Enfalê di sala 1988an de di heyşt qonaxan de ji aliyê rejîma Baasê ya bi serdama Seddam Husên ve hat çê kirin. Operasyon li gelek deverên Herêma Kurdistanê û li derdora Kerkûkê hat kirin. Li gorî daneyên Hukûmeta Herêma Kurdistanê, nêzîkî 182 hezar kurd ji cihên xwe hatin derxistin û li çolên rojavayê Iraqê bi awayekî komî hatin qetilkirin.
Komkujîya kîmyewî ya Helebçeyê
Rejîma Baasê di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helebçeyê ya girêdayî Silêmaniyê bi çekên kîmyewî êrîş kir.
Ev komkujî, ku di dîroka cîhana nû de piştî Hîroşîma û Nagazakî yek ji mezintirîn êrîşên kîmyewî tê qebûlkirin, wekî yek ji girantirîn tawan ku li dijî gelê kurd hatine kirin tê qebûlkirin.
Di êrîşê de zêdetirî 5 hezar kes, ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan, 6 hezar û 357 kes ji ber gazên jehrî jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), bandorên êrîşa kîmyewî bi salan dirêj dom kirin. Di raporê de tê gotin ku ev êrîş heta îro bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.
Hukûmeta Iraqê jî 16ê Adarê wekî roja bîranîna sûcên ku rejîma Baasê li dijî gelê Iraqê kiriye ragihandiye û ew wekî betlaneya fermî qebûl kiriye.
Serhildana 1991an û azadiya Kerkûkê
Bûyera dîrokî ya din a ku di meha Adarê de tê bîranîn, serhildana kurdan ya sala 1991an e. Di encama vê serhildanê de hemû axa ku îro wekî Herêma Kurdistanê tê zanîn û beşek ji herêmên nakokî ji bin kontrola rejîma Baasê derket.
Ji bo Kerkûkê jî 20ê Adarê xwedî girîngiyek taybet e. Di wê rojê de hêzên Peşmerge ketin bajêr û kontrola Kerkûkê girtin.
Agirê Newrozê li Qaleya Kerkûkê tê şewitandin
Li Kerkûkê bernameyên bîranînê pir caran bi cejnên Newrozê re têne pêkanîn. Her sal di şeva Newrozê de agirê Newrozê li ser Qeleya Kerkûkê tê şewitandin.
Kurd di vê rojê de, ku ew wekî “berxwedan û serhildan” pênase dikin, bi cil û bergên kurdî, bi govend û bi alayên Kurdistanê beşdarî çalakiyan dibin.
