Swêd ji Tirkiyeyê re: Dem hatiye!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kir ku ji bo endamtiya NATOyê ew li benda erêkirina Tirkiyeyê ne û got, "Her kes vê yekê weke endamtiya Swêdê ya NATOyê şîrove dike, piştî parlamento vebe wê bê qebûlkirin. Meclîs niha vebû."
Ulf Kristersson behsa pêvajoya endamtiya welatê xwe ya NATOyê kir.
Kristersson got, “Ez nikarim soz bidim ku endamtiya me ya NATOyê di meha Cotmehê de were pejirandin. "Ev biryar ya Tirkiyeyê ye, Tirkiye biryara xwe dide."
Kristersson da zanîn, wan li hev kirine ku pêvajoya erêkirina endametiya Swêdê ya NATOyê piştî vekirina Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê "di demeke herî nêz de" ji Meclîsê re bê şandin û got:
“Her kes vê yekê şîrove dike ku piştî vekirina parlamentoyê wê endamtiya Swêdê ya NATOyê were pejirandin. Niha parlamento vekirî ye. Ez difikirim ku dem hatiye endamtiya Swêdê ya NATOyê were pejirandin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin