Suriye | Tirkiye û Rûsya çavdêriya hevpar dikin

15 tebax 2019 15:26
Suriye | Tirkiye û Rûsya çavdêriya hevpar dikin

PeyamaKurd – Serokê Navenda Lihevkirinê ya Rûsyayê li Sûriyê, Aleksey Bakin ragihand ku hêzên rûsî û tirkî li Til Rifetê çavdêriya hevpar dikin.

Bakin  îro Pêncşemê (15.08.2019) di civîneke rojnamevaniyê de da xuyakirin, “Duh 14ê Tebaxê di navbera saet 12.00 û 12.40î de Hêzên Çekdarên Rûsyayê û Hêzên Artêşa Tirkiyê li Til Rifetê li herêma ku agirbest lê hatiye ragihandin, çavdêriya hevpar kirine.”

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku şanda çavdêriya guzergaha Herbol-Şeyh Aysayê bikar aniye.