Sûriye | ‘Servanên Kurd serkeftineke bêmînak bi dest xistin’

14 berfanbar 2018 17:51
Sûriye | ‘Servanên Kurd serkeftineke bêmînak bi dest xistin’

PeyamaKurd – Serkeftina li bajarokê Hecîn a keleha dawî ya DAIŞê ji aliyê hêzên Kurd ve, di medya cîhanê de deng veda.

Hinek ji dezgehên medya cîhanî serkeftina şervanên Kurd ên bi piştevaniya Amerîkayê şer dikin, wekî serfirazî û serkeftineke bêmînak ragihandin.

DEZGEHÊN MEZIN ÊN MEDYA CÎHANÊ SERKEFTINA HECÎNÊ WIHA RAGIHANDIN:

Amerîka - Rojnameya The Washingtonê: Şervanên Kurd bajaroka dawî ya li rojhilatê Sûriyê di destê DAIŞê de mabû, kontrol kirin. Di nûçeyê de hat gotin, “Kurdên ku Amerîkay piştgiriya wan dike, bajarê dawî yê di destê DAIŞê de mabû bi dest xistin.

Ajansa Frensî – AFP: “Hêzên bi pêşengiya Kurdan piştî operasyoneke bêmînak a ji bo tunekirina terorîstên DAIŞê li herêma rojhilatê Sûriyê, keleha dawî ya DAIŞê standin.”

Brîtanya – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) a navenda wê li Londonê ye: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştrast kirin ku hêzen wan şaneya dawî û niştîngeha herî mezin a çeteyên DAIŞê, Hecîn kontrol kiriye.

Berpirsê SOHRê Ramî Abdulrahman got, "Piştî şerekî dijwar ê hefteyekê û bombardimana balafirên şer, HSDê karî DAIŞê derxe derveyî bajarokê Hecînê.”

Asharq Al-Awsat: Hêzên Kurd şaneya navendî ya DAIŞê, Hecîn stand. Di operasyona ku hevpeymaniyê piştgiriyeke mezin dayê de, terorîstên DAIŞê ji nav Hecînê hatin derxistin.

Dengê Amerîka (Voice Of Americe): “Hêzen Sûriya Demokratîk ên di bin rêbertiya Kurdan de, li Hecînê derbeyeke mezin li DAIŞê dan. HSDê piştî şer û pevçûnên dijwar Hecîn kontrol kir û dubare derbeyek li DAIŞê xist.”

Middle East Eye: “Hezên Kurd ên hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka piştgiriya wê dike, li rojhilatê Sûriyê yek ji navenda herî girîng a terorîstên DAIŞê Hecîn ji destê DAIŞê standin.”

NBC News: "Kurdan derbeyeke mezin li DAIŞê xist. Kurdên ku hevpeymaniya navdewletî piştgiriya wan dike, bi operasyoneke serkeftî herêm ji rêxistina terorîst a DAIŞê paqij kirin û serkeftina xwe ragihandin."

 | Nûçe, berhevkirin û werger ji aliyê PeyamaKurd ve hatiye amadekirin |