Sûriye | Rêveberiya federalî bo Kurdan nayê qebûlkirin
18 berfanbar 2018 13:36
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Mualim got ku hikûmeta Sûriyê li dijî rêveberiyeke kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
Welîd Mualim di çarçoveya hevdîtinekê li gel xwendevan û mamostayên zankoya Şamê de ragihand, li bakurê rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke federalî ji aliyê ti kesî ve nayê qebûlkirin û daxuyakirin, ew dê hemû axa Sûriyê kontrol bikin û vegerînin bin serweriya hikûmetê û çareseriya herî baş, ji xelkê Sûriyê vegerin welatê xwe.
Mualim li ser pirsa Kurd jî diyar kir, kurd yek ji pêkhateyên Sûriyê ne û hikûmet amade ye danûstandinê li gor berjewendiyên dewletê bi wan re bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin