Ahmet Turk: Bêyî kurdan siyaset nayê kirin
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk got ku pêşnûmaya qanûnê ya ku wek beşek ji pêvajoya nû ya aştiyê hatiye amadekirin, berî ku pêşkêşî Parlementoyê were kirin, dê bi Abdullah Ocalan re were parvekirin. Turk da zanîn ku, êdî bêyî kurdan siyaset nayê kirin.
RûpelNews - Ahmet Turk, yê ku beşdarî Komxebata Aştî û Diyalogê' ya ku li navçeya Qoser a Mêrdînê hatibû lidarxistin bû, nêrînên xwe yên li ser pêvajoya nû ya aştiyê parve kirin.
Tirk destnîşan kir ku wek beşek ji pêvajoyê pêşnûmayasayek hatiye amadekirin û got, "Pêşnûmayek tê amadekirin. Gotûbêjên li ser vê pêşnûmayê berdewam in. Em dizanin ku ew ê berî ku bikeve rojeva Parlamentoyê, bi Birêz Ocalan re jî were parvekirin."
Tirk tekez kir ku ji bo pêşnûmayê encam bide aştiyeke berfireh û mayînde, ev yek xwedî girîngiyeke mezin e.
"Aştî bi piştgiriya gel xurt dibe"
Tirk diyar kir ku aştiyeke mayînde tenê bi piştgiriya hemû beşên civakê, ne tenê aktorên siyasî, mimkun e û got ku divê hemû partiyên siyasî beşdarî vê pêvajoyê bibin.
Tirk got, "Çi ji AK Partiyê, çi ji CHP an jî MHP bin, divê her kes, bêyî girêdana xwe ya partî, beşdarî vê pêvajoyê bibe. Divê her kes ji bo aştiyeke mayînde û lîberal berpirsiyariyê bigire ser xwe."
"Siyaset bêyî kurdan nayê kirinn"
Di axaftina xwe de, Turk her wiha bal kişand ser girîngiya yekîtiya siyasî ya di nav dengderên kurd de û anî ziman ku pirsgirêk dikarin bi rêya siyaseta demokratîk werin çareserkirin.
Turk got, "Siyaset bêyî kurdan nayê birêvebirin" û destnîşan kir ku serdema heyî derfeteke girîng e û tekezî li ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê kir da ku ev pêvajo bibe alîkar ji bo aştiyeke demokratîk û paşerojeke demokratîk.
