Sûriye | Milîsên Îranê bi behaneya parastinê bac li ser xelkê sepandin
23 gulan 2021 17:41
PeyamaKurd – Milîsên çekdar ên girêdayî Îranê li Rojhilatê Dêra Zorê bi behaneya parastinê dest bi komkirina bacê ji xelkê kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên bi navê El-Fatimiyûn ên Afganî yên bi ser Îranê ve, li Dêra Zorê bi rêya navenda Hevgirtina Cotkaran a girêdayî rejîma Şamê, bac li ser cotkaran ferz kir.
SOHRê diyar kiriye ku çekdaran baca ku ji sedî deh berhemên çandiniyê para wan e, li ser cotkarên ji bajarê Meyadîn heta bajarokê El-Esibêxanê sepandine.
Herwiha hinek serkirdeyên wan çekdaran bi armanca pêkanîna guhertina demografîk, avahî û erdên çandiniyê yên xelkê kirîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Milîsên Îranê êrîsî bargehên HSDê kir: 4 milîs hatin girtin
18 mjd 2024
Jiyan
Sûriye | Li Tedmûrê 4 milîsên Îranê hatin kustin
20 mjd 2024
Jiyan
Rejîma Sûriye û milîsên Îranê hêzeke serê HSDê bike damezrand
05 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin