Sûriyê li ser petrola Rojavayê Kurdistanê bi Rûsyayê re li hev kir

18 berfanbar 2019 17:36
Sûriyê li ser petrola Rojavayê Kurdistanê bi Rûsyayê re li hev kir

PeyamaKurd - Parlementoya Sûriyê peyamana bi du kompanyayên petrolê yên Rûsyayê re pejirand û biryar da ew du kompaniyên Rûsyayê li Sûriyê vekolînana li ser petrolê bikin.

Bi piraniya dengan, parlamentoya Sûriyê biryar da ku herdu kompaniyên rûsî, Mercury LLC û Velada LLC li Sûriyê li dû petrolê bigerin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Petrola Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, dê projeya yekem li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê be û rûberê navçeya ku dê ji bo dîtina petrolê lêgerîna lê bê kirin, 9 hezar kîlometerên çargoşe ye, herwiha projeya duyem jî li bakurê Şamê dikeve û rûberê wê jî 2100 kîlometre ye.

Wezîrê Petrola Sûriyê, Elî Xanim jî diyar kir, armanca wan ji herdu projeyan ew e ku rêjeya behremanîna petrola Sûriyê zêde bikin û deverên Sûriyê vegerin kar û rê li pêş kompaniyan bo veberhênanê vebe.

Elî Xanim herwiha got, mesrefên amadekirina her bîreke petrolê li Sûriyê digihe 12 milyon dolar û ji ber şerê navxwe û rewşa aborî ya têkçûyî, pêwîstiya hikûmeta Sûriyê bi kompaniyên biyanî heye, bi taybet ji welatên ku piştevaniya hikûmeta Sûriyê kirine weke Îran û Rûsya.

Ev lihevkirina hikûmeta Sûriyê li gel du kompaniyên rûsî li ser petrolê di demekê de ye, ku piraniya navçeyên petrolê û bîrên petrolê yên wî welatî dikevin rojhilat û bakurê rojhilatê wî welatî û herwiha Rojavayê Kurdistanê û ew jî di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de ne.

Sûriyê berî şerê navxweyî ku ew zêdetir ji 8 salan e dom dike, rojane zêdetir ji 380 hezar bermîlên petrolê berhem dianî.