Sûriye | Li Ezazê dijî asayîkirina pêwendiyên Enqere-Samê xwepêsandan hat kirin
PeyamaKurd - Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê ku di bin kontrola komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye, li dijî nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê, xwepêşandan hate lidarxistin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, bi dehan xelkê bajarê Ezazê derketin xwepêşandanekê û tê de nerazîbûn û redkirina xwe ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de û vekirina dergehan di navbera deverên opozîsyon û rêjîmê de nîşan dan.
SOHRê da zanîn, şeva borî xwepêşandan li Darat Izzê û Ebzîmo yên li gundewarê Helebê û Biniş, Ereb Seîd û Erîha li gundewarên Idlibê jî çêbûn.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka meha Tîrmehê ve, li navçeyên di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê û komên ser bi wan de, bi berdewamî xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî egera asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê û êrîşên nijadperestên Tirk li dijî penaberên Sûrî li bajarên Tirkiyeyê çêdibin.
Li gorî zanyariyan, di xwepêşandanên 1ê Tîrmehê de jî 6 xwepêşander li Efrînê û xwepêşanderekî din li Cerablusê hatibûn kuştin û zêdetirî 20 xwepêşanderên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin