Sûriye | Li ber avahiya rêveberiya bajarê Cerablûsê du teqîn çêbûn
28 îlon 2021 17:20
PeyamaKurd - Li bajarê Cerablus ê Sûriyê ku di kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, li pey hev du teqîn çêbûn.
Li gorî zanyariyên ji herêmê di encama teqînên li bajarê Cerablusê yê gundewarê rojhilatê Helebê çêbûne de 15 kes birîndar bûne.
Hat zanîn ku her du teqîn jî li nêzî avahiya rêveberiya herêmî ya Cerablusê rû dane. Li gorî çavkaniyên xwecihî yek ji teqînan bi danîna bombeyeke nav konteynira çopê ya duyem jî bi teqandina motorsiklêtekê rû daye.
Derbarê ziyanên teqînan de hîn ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve nehatiye belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îsraîl li Sûriye li bajarê Quneytrayê operasyon kir
29 mjd 2025
Jiyan
Rêveberiya nû dest bi dayîna pasaportan ji Sûriyeyiyan re dike
28 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin