Sûriye / Idlib | 5 leskerên rejîmê û 3 çekdar hatin kustin
PeyamaKurd - Li herêma kêmkirina aloziyan û şer a Idlibê, piştî agirbesta 5ê Adara 2020an dîsa şer û pevçûn dijwar dibin.
Hat ragihandin ku di şerê komên çekdar û hêzên rejîma Sûriyê de, 5 leşkerên rejîmê û 3 jî ji endamên komên çekdar hatin kuştin.
Herwiha ev demek e Tirkiye jî hêzên xwe li herêma Idlibê zêde dike ku herî dawî 100 wesayîtên leşkerî derbasî Idlibê kirin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di çend demjimêrên borî de, hêzên rejîmê, li deverên eniya El-Fetîra ya li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Hat diyarkirin ku piştî topbaranê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û koma Tehrîr El-Şam de, rû daye û di encama wî şerî de 5 leşkerên hêzên rejîmê û 3 jî çekdarên HTŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin