Sûriye: "Em li bendê ne Tirkiye eskerê xwe vekisîne"

07 nîsan 2018 00:23
Sûriye: "Em li bendê ne Tirkiye eskerê xwe vekisîne"

PeyamaKurd - Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî der barê vekişîna eskerên Tirk li Efrînê û deverên din de got: "Piştî lihevkirina Tirkiye, Rûsya û Îranê em çaverê dikin ku Tirk eskerên xwr bikişînin."

Caferî piştî civîna serbixweyan li Bakuya Azerbaycanê daxuyaniyek da.

Beşar Caferî diyar kir ku piştî muzakereyên di navbera 3 welatan de ew li bendê ne Tirk eskerên xwe ji Sûriyê derxînin.

Caferî got: "Divê Tirk eskerên xwe ji Efrînê vekişînin. Lewra ew îxlala biryarên Netweyên Yekgirtî ye."