Artêşa Tirkiyeyê ji xaleke din a leşkerî ya li Sûriyeyê vekişiya

17 tebax 2026 20:19

Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) xaleke leşkerî ya li herêma Tel Sandalê ya li derdora Idlibê vala kiriye. Tê gotin ku ji bo radestkirina wê xala valakirî ji rêveberiya herêmî re, protokoleke têgihiştinê hatiye îmzekirin.

Artêşa Tirkiyeyê ji xaleke din a leşkerî ya li Sûriyeyê vekişiya

RûpelNews - Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê xaleke din a leşkerî li derdora Idliba Sûriyeyê vala kiriye.

Li gorî nûçeyeke T24ê ku dispêre Syria TVyê, Artêşa Tirkiyeyê ji xala leşkerî ya li Tel Sandalê, ku nêzîkî gundê Zardanayê yê navçeya Maaret Misrin a Idlibê ye, vekişiya. Hate diyarkirin ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li vê cihê, bi valakirina wê xalê re -ku demeke dirêj ji bo çavdêrî û armancên leşkerî dihat bikaranîn- bi dawî bûye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Sûriyeyê, ji bo radestkirina wê herêma valakirî ji rêveberiya herêmî re, protokoleke têgihiştinê hatiye îmzekirin.

Hat ragihandin ku peyman ji aliyê Fadi Abdel Fattah, rêveberê îdarî yê navçeya Maaret Misrinê ve hatiye îmzekirin. Hate diyarkirin ku pêvajoya valakirin û radestkirinê di çarçoveya ji nû ve rêkxistina xalên leşkerî yên ji dema şer li herêmê mayî de hatiye pêkanîn.