Sûpaya Pasdaran: Li ser Girava Kîşê Drona MQ-9 hat xistin

16 îlon 2026 09:15

Sûpaya Pasdarên Îranê îdia kir ku firokeyeke bêmirov a hewayî ya MQ-9 a çêkirina Amerîkayê li esmanên ser Girava Kîşê ya li Tengava Hurmizê hatiye xistin.

Sûpaya Pasdaran: Li ser Girava Kîşê Drona MQ-9 hat xistin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya Pasdarên Şoreşê de hat ragihandin ku drona MQ-9, ku di saet 02.29an de li gorî dema herêmî li esmanên Girava Kîşê hatibû tespîtkirin, ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Îranê ve hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev drona MQ-9 a 52yemîn e ku hatiye xistin.
Artêşa Amerîkayê heta niha derbarê îdiayê de daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, IRNA, her wiha ragihandibû ku di dema şevê de li peravên Girava Kîşê teqîn hatine bihîstin.