Sûdanî seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani li baregeha serokatiya Herêma Kurdistanê qebûl kir. Sûdanî bi sedema Barzanî terefên siyasî têne cem hev pesnê wî da û rola wî bilind nirxand.
Barzanî û Sûdanî li ser têkiliyên Bexda-Hewlêrê, pêşdeçûnên dawiyê, rewşa Iraqê ya niha û pirsgirêkên li hemberê wanin axifîn. Li gor ragihandina serokatiya herêma Kurdistanê Barzanî; bi sedema ku Helebçe bûye parêzgeh sipasiya Sûdanî kir. Barzanî ragihand ku rojeva wan bi erêniye û hêvî dide û wê destekê bidin rojevê.
Sûdanî, behsa rola Barzanî ya di anîna cem hev ya terefên siyasî, hêzên siyasî yên Iraqê, partî û têkiliyên nav civakê, ji bo yekkirina wan xweşbîniya wî ya di xebata siyasî de pesnê Barzanî bilind nirxand û got ku îstîqrara Kurdistanê û Iraqê bi hev re girêdayiye.
Li ser mijara Helebçê Sûdanî got ku ew tiştên Helebçe bi wan re rû bi rû maye, parêzgehkirina Helebçe li ber wan serpêhatiyan xizmetekî biçûke.
Sûdanî û Barzanî balê kişandin ser çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistan û Bexdayê û destûrê îşaret kirin. Behsa desteka sektora taybet û geşepêdana Iraqê mijareka dinê ya wan bû. Têkiliyên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re mijareka dinê ya her dû lîderan bû.
Piştî civîna hetr dû lîderan, her dû bi hevre bi nûnerên civakan yên cuda re axifîn û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin