Sûdanî sedema zêdebûna hejariya li Iraqê eskere kir!..
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, eşkere kir ku ji ber pandemiya koronayê û gendeliyê hejariya li seranserê Iraqê zêde bûye.
Irak Başbakanı Muhammed Şiya Sudani, “Irak'ta yoksulluk oranları, koronavirüs salgını ve yolsuzluk nedeniyle arttı.” dedi.
Sûdanî di daxuyaniya xwe ya piştî 6 mehên kar ên hikûmeta xwe de got ku wan 6 mehên xwe bêyî budçeyê derbas kiriye û niha jî wan dest bi bicihkirina projeyên xizmetguzariya welatiyan kiriye ku 414 dibistan li Bexda û bajarên din hatine avakirin.
Sûdanî destnîşan kir ku sedema zêdebûna rêjeya hejariyê li Iraqê, pandemiya koronayê û gendelî ye.
Herwiha Sûdanî got ku hikûmeta wan derbarê nehiştina gendeliyê de xebatan dike û yek ji xebata wan a herî girîng jî îfşakirina tora mezin a kaçaxçîtiya petrolê bûye ku hemû endamên wê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin