Sudanî piştgirî da Zeydî

28 nîsan 2026 14:21

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku ew dê piştgiriyê bide Elî Zeydî, ku bi avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin.

Sudanî piştgirî da Zeydî

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê ve hat weşandin, Sudanî û Zeydî hevdîtinek pêk anîn.

Di civînê de, geşedanên giştî yên li Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin. Aliyan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina yekîtî û hevgirtinê di navbera hemû hêzên siyasî yên neteweyî de û tevgerîna bi ruhê berpirsiyarî û hevparî kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, ku biryardar e piştgiriyê bide Zeydî di peywira wî ya avakirina hikûmeteke nû de, tekezî li ser girîngiya avakirina hikûmeteke nû ya ku bikaribe hemû iraqiyan temsîl bike û rûbirûyî qeyran û kêşeyan bibe, kir.

Sudanî her wiha tekezî li ser prensîba veguhestina aştiyane ya desthilatê di çarçoveya mekanîzmayên destûrî û demokratîk de kir.

Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, peywira avakirina hikûmetê dabû karsaz Eli Zeydî, namzedê serokwezîriyê yê ku ji aliyê Çarçoveya Hevahenginya Şîeyan ku bloka herî mezin a li parlamenê ye, ve hatibû namzedkirin.

Piraniya partiyên şîe, sunî, kurd û tirkmen ên li Iraqê jî pîrozbahî li Zeydî kiribûn, peyamên piştgiriyê belav kiribûn û serkeftin ji wî re xwestibûn.

Divê Zeydî di nava 30 rojan de kabîneyekê ava bike û ji parlamentoyê dengê baweriyê werbigire.