Sûdanî pêsniyara muzakereyan ya navbera Îranê û Misrê kir

03 rêbendan 2023 03:32
Sûdanî pêsniyara muzakereyan ya navbera Îranê û Misrê kir

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî îro di civîna xwe ya çapemeniyê de ragihand ku pêşniyara serokwezîrê Iraqê ya Sûdanî bi rizamendî pêşwazî dike ku dixwaze têkiliyên navbera Îranê û Misrê baştir bibin. Kenanî weha got:

“Tehran her pêşdeçûneka baş ya danîna têkiliyên bi Misrê re bi rizamendî pêşwazî dike. Em ê rola Iraqê ya di herêmê de ku dixwaze diyalog û hevkarî zêde bibin, em ê mijarê bişopînin.”

Di meha borî de di civîna li Urdunê li payîtext Emmanê di konferansa Bexdayê ya Hevkariyê û Ortaxiyê de serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi û wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan li hev civiyabûn.