Sûdanî, li ser proseyê daxuyaniyeke bi Kurdî belav kir

24 cotmeh 2022 00:30
Sûdanî, li ser proseyê daxuyaniyeke bi Kurdî belav kir

PeyamaKurd- Mihemed Şiya Sûdanî yê ku Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê ye, daxuyaniyeke bi Kurdî belav kir. Sûdanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dan û stendinên wan, bi aliyên siyasî re berdewam dikin.

Di daxuyaniya ku ji Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî, bi zimanê Kurdî hat belavkirin de hat gotin ku

“Ew berbijêrên ku ji bo wergirtina berpirsyariyê hatine hilbijartin, em ê navên wan ragihînin. Lê ev ragihandin dê piştî temambûna hevdîtinan û piştrastbûna ji pêgeha berbijêran a di warê yasayî de û diyarkirina demekê ji bo civîna parlamentoyê ya ji bo bidestxistina baweriyê de çêbibe.”

Di daxuyaiyê de hat diyarkirin ku ew ê gotûbêjên xwe bi wan aliyên siyasî re berdewam bike ku beşdariyê di hikûmeta nû de dikin û ew ê bi berbijêrên hêzên siyasî re ji bo dagirtina postên wezaretan a di hikûmeta nû de hevdîtinan bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtina bi berbijêrên postan re dê bi rêya komîteyeke taybet bê kirin ku ev ji hejmarek şêwirmendan pêk tê û serokwezîrê erkdarkirî dê serokatiya komîteyê bike.