Sûdanî: Ji budçeya gistî 50 milyar dînar ji bo avadankirina Singalê tê terxankirin

04 adar 2024 21:07
Sûdanî: Ji budçeya gistî 50 milyar dînar ji bo avadankirina Singalê tê terxankirin
PeyamaKurd - Serowezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di serdana xwe ya îro ya Şingalê de, serperiştiya civîna Civata Parêzgeha Nînowayê kir û ragihand, wê hikûmeta wî 50 milyar dînaran ji bo sindoqa avadankirina Şingalê terxan bike.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 4ê Adarê serokatiya civîna Civata Parêzgeha Nînowayê kiriye û daye zanîn, civatên parêzgehan beşek ji hikûmetên navxweyî ne û gotiy: “Ji ber wêrankarî û êrîşên terorsîtî, parêzgeha Nînowayê pêdivî bi zêdetir avadankirinê û çareserkirina kêşeyên welatiyan heye.

Sûdanî di wê civînê de diyar kir, “Hikûmeta Federalî li ser alîkarîkirina hikûmetên xwecihî pabend e, serpişkiya karê parêzgeran çi ji karê hikûmetê kêmtir nîne, pêxemetî dabînkirina zêdetir derfetên karî û rûbirûbûna diyardeya hejariyê”.

Serokweazîrê Iraqê li ser rewşa Şingalê jî got: “Peyama vê civînê li Şingalê ji bo xelk û xwecihên wê ew e ku, Hikûmeta Iraqê niyet heye helmeteke avadankirinê li Şingalê dest pê bike, di vê rêyê de jî Hikûmeta Iraqê 50 milyar dînar ji bo sindoqa avadankirina Şingalê ji budçeya giştî ya Iraqê terxan dike”.