Komên çekdar ên neyasayî bi milyaran dînar ji budçeya Iraqê dixwin

02 rêbendan 2024 00:39
Komên çekdar ên neyasayî bi milyaran dînar ji budçeya Iraqê dixwin

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan Iraq yek ji welatên herî zêde komên çekdar ên neyasayî lê hene û piştevaniyeke hikûmî li wan tê kirin e.

Iraq di rêzbendiya serî ya wan welatan de ye ku herî zêde hêzên çekdar ên neyasayî tê de hene û ji destpêka avabûna xwe ve Iraq ji ber van hêzan rûbirûyî gelek kêşeyên navxweyî û navdewletî bûye.

Êrîşên wan li ser bingeh û cihên hevpeymanan û şandina dronên bombekirî bo ser Hewlêrê û cihên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê wesa kiriye ku hevpeyman hizir di nehêlana wan de bikin.

Li gorî amaran ew hêzên çekdar bi milyaran dînar ji budçeya giştî ya Iraqê dixwin, lê nêzî 10 sal in Hikûmeta Iraqê budçeya Herêma Kurdistanê biriye û ew pere li wan koman têne dabeşkirin.

Ew hêzên çekdar bi hebûn û kiryarên xwe li ser xelkê û hikûmetê bûne bargiranî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiryarên wan çekdaran wekî destdirêjiyên tawankarî pênase dike.

Wan hêzan herî dawî du roj berê êrîşê baregeheke hêzên Pêşmerge kir ku hêzên Pêşmerge hêzeke fermî ya Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Piraniya wan hêzan  alîgirên Îranê ne û ji baweriya mezhebê şîa tên.