Shakira dê strana Kupaya Cîhanê ya 2026an bêje
Stranbêja navdar a Kolombiyayî Shakira strana xwe ya nû, 'Dai Dai', ragihand, ku ew ê bibe strana fermî ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an.
RûpelNews - Strana Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an diyar bû.
Strana fermî ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an, ku pêşbirkên wê dê li Amerîka, Kanada û Meksîkayê bên lîstin, 'Dai Dai' ye, ku ji aliyê Shakira û Burna Boy ve tê pêşkêşkirin.
Shakira "Dai Dai" wek strana fermî ya Kûpaya Cîhanê ya 2026an ragihand. Di stranê de hunermendê Afrobeats ê Nîjeryayî Burna Boy jî cih digire.
Stranên sala 2010 û 2014 ên Kûpeya Cîhanê jî ji hêla Shakira ve hatibû gotin û pêşkêşkirin.
From Maracaná Stadium, here is “Dai Dai,” the @FIFAWorldCup Official Song 2026. Coming 5/14. We’re ready! ⚽️🐺 @burnaboy pic.twitter.com/UcfpO0s7jN
— Shakira (@shakira) May 7, 2026
