Stenbol | Gumanbarê destdirêjiya keça 5 salî hat desteserkirin

25 nîsan 2019 18:00
Stenbol | Gumanbarê destdirêjiya keça 5 salî hat desteserkirin

PeyamaKurd - Li gor nûçeya medya tirk gumanbarên derstdirêjiya ser keça 5 salî di operasyoneke asayîşa Stenbolê de hatine desteserkirin.

Tê gotin ku xortekî 18 salî yê Pakistanî bi navê M.V û 3 kesên din hatine binçavkirin û lêpirsîna li ser wan dewam dike.

Tê ragihandin ku kesê gumanbarê wê bûyera kirêt ew xortê Pakistanî yê 18 salî ye û li ser cil û bergên wî yên roja bûyerê jî lêkolîn berdewam dikin.

Piştî rûdana destdirêjiyê ya du roj berê, li Stenbolê gelek çalakiyên protestoyî li navçeya Kuçukçekmece taxa Kanaryayê ku piraniya wan niştecihên Kurd in têne lidarxistin.

Rayedarên tirk dibêjin, keçika 5 salî ji nexweşxanê hatiye derxistin û rewşa wê niha baş e.