Stenbol | Di qezaya balafirê de 3 kes mirin û 180 kes jî birîndar bûn!
PeyamaKurd - Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca derbarê qezaya li balafirgeha Sabiha Gokçen ya li Stenbolê daxuyaniyeke nû da. Koca got ku di encama wê qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 179 kes birîndar bûne.
Li gorî ragihandina Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca, di qezayê de bi tevahî 179 kes birîndar bûne.
Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya ragihand ku 183 qezazede hene û 22 heb ji wan ji 12 welatên cuda cuda ne.
Parêzgarê Stenbolê Yerlikaya da xuyakirin ku rewşa 4 kesên birîndar ‘hinekî’ giran e.
Parêzgar Yerlikaya herwiha got ku dixwazin derbarê nas û xizmên xwe de agahiyan wergirin dikarin li telefona jimareya wê 184an bigerin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin