Stenbol | Agir bi çend otomobîlan ket û otomobîl teqiyan

16 mijdar 2022 14:00
Stenbol | Agir bi çend otomobîlan ket û otomobîl teqiyan

PeyamaKurd – Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê piştî agir bi çend otomobîlan ket û otomobîl teqiyan û dengê teqînan hin kesên nezîkî bûyerê tirsandin.

Li gor zanyariyan, do bi şev şewata ku li navçeya Fatihê ya Stenbolê di otomobîlekê de derket, bû sedema kêliyên tirsê. Şewat di demeke kurt de mezin bû û li 4 otomobîlên din belav bû.

Herwiha teqîn bûn sedema ku di nav xelkê de tirs çêbibe. Tîmên polîs û agirvemirandinê piştî bûyerê çûn cihê bûyerê û polîsan derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û  agahî ji xwediyê otomobîlê sitendin.

Şofêrê otomobîla ewilî agir pê ketî daye zanîn: “Di dema ajotinê de bêhna mazotê dihat. Min otomobîla xwe rawestand da ku ji bankomatê pereyan bikşînim. Beriya ku herim ATMê pera bikşînim, min dîsa otomobîl kontrol kir ku ez bibînim kar dike yan na. Di vê navberê de agir bi otomobîlê ket. Ez derketim derve. Pişt re agir bi otomobîlên din jî ket.”

Li gor polîsan eşkere kiriye, di şewatê de gumana terorê nîne û şewat ji ber pirsgirêkên teknîkî derketiye.