Soylu: Di erdhejê de 120 polîs û 32 cendirme jiyana xwe ji dest dan

10 sibat 2023 05:37
Soylu: Di erdhejê de 120 polîs û 32 cendirme jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajarê maraşê li navenda krîza erdhejê ragihand ku di erdhejê de 32 cendirme û 120 polîs jiyana xwe ji dest dane. Soylu weha ragihand:

“Li vê derê kesên ku wezîfe dikin xebatkarên polîs, cendirme û yên artêşê bi temamî 20 hezar kes dixebitin. Herkes di hingava xwe de dixebite. Li Maraşê 5.323 hemwelatiyên me can dane. Rehma Xwedê li wan be. Heya niha me 4.493 kesan defin kir. Di defnê de dozger, emniyet krîmînal, diyanet û tîmên tenduristiyê xebatan dewam dikin.

Li gor fermana ola me, her tişt tênkirin. Karên hûqûqî jî tên kirin. Di rojê de 500 hezar dan xwarin tê dayîn. Jimara gundên vê derê ji 500an zêdetire. Pêvajoya pêşiya me ji bo xwediyên candayiyan zahmete. Bê medya civakî bandorê li me bike em mecbûrin karê xwe bikin. Helbet kêmasiyên me hene. Dinya bi xwe jî dibêje ku erdhej mezine. Ne hewce ye em kêmasiyan bikin alavên siyasetê û bikarbînin.

Kes nizane wextê erdhejê kengê ye. Giliyên ku tên kirin %99.9 derewin. Heya niha ti yes yek pêlavekî nediziye.”