'Soresa Îranê di demên herî zehmet de ye, bawerîya gel kêm bûye'
PeyamaKurd – Piştî kuştina Qasim Silêmanî û bi şaşî xistina balafira Ûkraynayê ku 176 kesan tê de can da, xwepêşandanên nerazîbûnê yên dijî rejîma Îranê ji nû ve dest pê kirin ku rêveberiya Îranê jî li xwe mikur tê ku di rewşeke gelekî zehmet de ne.
Cîgirê yekem ê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Îshak Cîhangîrî mikur hat ku Îran ji şoreşa 1979an ve, cara yekem niha di rojên xwe yên herî zehmet de ye.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Cîhangirî di merasîma salvegera mirina serokomarê berê Alî Ekber Haşimî Rafsancanî de li Tehranê axivî û wiha got:
“Îran ji şoreşa 1979an ve, cara yekem niha di rojên xwe yên herî zehmet de ye. Ti carê wisa nebûbû. Em di heyameke ku baweriya gel kêm bûye de ne.”
Cîhangirî diyar kir ku ji bo baweriya gel ji nû ve çêbibe, pêwîst e rêveberiya Îranê bi berpirsiyarî tevbigere û xetayên xwe telafî bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin