Nirxê rîyala Îranê daket asta herî nizm a dîrokî

24 tebax 2026 15:58

Piştî daxuyaniya Amerîkayê ya li dijî aboriya Îranê, nirxê rîyala Tahranê li hember dolarê gihîşt asta xwe ya herî nizm a heta niha.

Nirxê rîyala Îranê daket asta herî nizm a dîrokî

RûpelNews - Bi hinceta Amerîkayê ragihand ku zextên aborî li ser hikûmeta Îranê dê zêdetir bike riyala Îranê li hemberî dolarê daket asta xwe ya herî nizm a dîrokî.

Pereyê Îranê roja duşemê li bazara nefermî li hemberî dolarê daket 1,992,000 riyalan.

Li gorî daneyên Bonbastê, ku rêjeyên danûstandinê dişopîne, riyal ji dema ku Serokê DYAyê Donald Trump hefteya borî ragihand ku ew ê 'operasyoneke aborî ya têkbir' li dijî Tehranê bide destpêkirin, ji %4.5ê nirxê xwe winda kiriye.

Hinardekirina petrola xam yek ji çavkaniyên herî girîng ên dahata diravê biyanî ya Îranê ye.

Rêveberê Banka Navendî ya Îranê Abdolnaser Hemmatî, hefteya borî di daxuyaniyekê de diyar kir ku hinardekirina petrola xav a welêt "hema hema bi temamî rawestiyaye."

Îmaratê yek ji hevkarên sereke yên bazirganî yên Îranê ye, hefteya borî ragihand ku wê hemû danûstandinên darayî yên bi Îranê re heta agahiyeke din rawestandine.