SOHR: Tirkiye amadekariya êrîsa esmanî bo Kobaniyê dike
PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiye amadekariya li demeke nêzîkî êrîşî ser Kobaniyê bike dike.
SOHRê da xuyakirin ku dibe di nav çend demjmêran ed êrîşên esmanî dest pê bikin û rayedarekî SOHRê re gotiye, “Me ji jêderên pêbawer piştrast kiriye ku niyeta Tirkiyê ya êrîşa esmanî heye”.
Hêjayî gotinê ye, doh 10ê Mijdarê karwaneke hêzên Amerîkî ber bi aliyê Kobaniyê ve çûbû û hatibû ragihandin ku derbasî baregeha Sirrinê ya nêzîkî Kobaniyê bûye.
Fermandarekî HSDê jî ji Step Newsê re piştrast kiriye ku Tirkiye û çekdarên girêdayî wê amadekariya êrîşa esmanî dikin.
Herwiha wî rayedarê HSDê gotiye, bi vekişîna Amerîka re Rûs û Tirk dixwazin tevahiya herêmê kontrol bikin û di qonaxeke din de jî plana Rûsan ew e Kobaniyê radestî rejîmê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin