SOHR: Li Serêkaniyê ser berdewam e

18 cotmeh 2019 17:48
SOHR: Li Serêkaniyê ser berdewam e

PeyamaKurd – Tevî ku doh 17ê Cotmehê Amerîka-Tirkiyê ragihandin ku wan li ser agirbestê ango sekinandina êrîşên ser hêzên Kurd bo 120 saetan rawestandine jî ji aliyekî bombebaran û şer û pevçûn berdewam dikin.

Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li hin deverên Serêkanîyê şer didome.

SOHRê da zanîn ku ji hindurê Serêkanîyê dengê çekan tê û dîyar kir ku topbarana dijî wir didome.

Reutersê jî îro belav kiribû ku bombardimana Serêkaniyê berdewam dike. Herwiha ajansa Fransî AFPê jî wêneyên şerê ku hîn didome belav kirin.