SOHR: Li Dêrezorê pevçûn berdewam in, kustî hene!

31 tebax 2023 18:30
SOHR: Li Dêrezorê pevçûn berdewam in, kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ragihandin, operasyona ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê dabûn destpêkirin berdewam dike û hat diyarkirin ku di van pevçûnan de 34 kes hatine kuştin.

Hêzên Suriyeya Demokratîk, yekşema borî li bejahiya Dêrezorê dest bi operasyona bi navê “Bihêzkirina Ewlekariyê” kiribû. 

Di vê çarçoveyê de HSDê ragihand ku operasyon li dijî çeteyên IŞÎDê û bazirganên narkotîkê hatiye pergalkirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Hewla (Ehmed El Xebil) êvara yekşemê di operasyona li Hesekê de ji aliyê HSDê ve hatibû girtin.

Li ser vê yekê alîgirên Ebû Hewla yên di nav Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê de dest bi êrîşa li ser xalên HSDê û Asayîşa Hundirîn kiribû.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku şer û pevçûn di navbera alîgirên Ebû Hewla û HSDê de li gundewarên Dêrezorê berdewam in.

Hat diyarkirin ku endamên eşîran êrîşî çeperên HSDê yên li taxên Cedîd Îkedat û Rubeyda yên li rojhilatê Dêrezorê kir.

SOHRê da zanîn ku di roja 5emîn a şer de 11 endamên HSDê û 20 endamên eşîrên çekdar û 3 sivîlên ji Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê hatine kuştin.

Rayedarên leşkeri yên HSDê, nasnameya 5 şervanên xwe yên li Îdlibê ku duh canên xwe ji dest dabûn, eşkere kir.