SOHR: Li Samê di serê komên alîgirên Îranê de 7 kes hatin kustin
08 gulan 2022 19:00
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva borî li herêma Seyîde Zeyneb a başûrê paytexta Sûriyê Şamê di navbera çekdarên girêdayî rejîma Sûriyê yên ne ji Sûrîyê ne de şer derketiye.
SOHRê li ser encama şer jî daye xuyakirin ku di şer de di nav de zarokek 7 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku şerê li herêma Kûi Sûdan a li devera Seyîde Zeyneb di navbera çekdarên ku tê texmînkirin Afgan in û çekdarên din yên ji nasnameyên ne sûrî de derketiye ku ew komên çekdar alîgirên Îranê ne.
Li gorî zanyariyên SOHRê li Seyîde Zeyneb hejmareke mezin a çekdarên alîgirên Îranê hene û li deverê rewşa ewlehiyê aloz e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Babê serê YPG û komên alîgirên Tirkiyê: 9 kustî...
29 tbx 2019
Cîhan
SOHR: Li Serê Kaniyê komên çekdar pev çûn, 4 malbat koçber bûn
11 îln 2020
Cîhan
SOHR: 70 malbatên komên çekdar li Serê Kaniyê hatin bicihkirin
26 rbn 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin