SOHR: 70 malbatên komên çekdar li Serê Kaniyê hatin bicihkirin
26 rêbendan 2020 18:42
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê bargehên din yên leşkerî li Serê Kaniyê ava kirine û hejmareke din ji malbatên komên çekdar li bajêr hatine bicihkirin.
Li gorî SOHRê Tirkiyê baregehên leşkerî li gundê Mişrafa yê Serê Kaniyê ava kirine û doh 25ê Çile jî 70 malbatên komên çekdar li gundên Merîkês, Etiya û başûrê Elok yê Serê Kaniyê hatine bicihkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî hezar û 500 malbatên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji Kaniya Xezlan derbasî Serê kaniyê hatibûn kirin û li gundê El-Herdan û Xerebat hatibûn bicihkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Komên çekdar li Serê Kaniyê malbatên DAISê yên Iraqî bicih dikin
29 brf 2020
Cîhan
SOHR: Li Serê Kaniyê komên çekdar pev çûn, 4 malbat koçber bûn
11 îln 2020
Jiyan
SOHR: Komên çekdar gihîstin navenda Helebê
29 mjd 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin