Sûriye | Serê 2 komên çekdar didome: 13 kustî, 30 birîndar...

28 tîrmeh 2022 00:03
Sûriye | Serê 2 komên çekdar didome: 13 kustî, 30 birîndar...

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên çekdar ên bi navên; ‘Rîcal El-Kerame’ û koma ‘Racî El-Felhût’ li Siwêdayê ji doh 26ê Tîrmehê ve şerê hev dikin û heta niha ji her du aliyan zêdetirî 13 kes hatine kuştin, 30 kes jî birîndar bûne.

SOHRê daye xuyakirin, çekdarên xwecihî yên Rîcal El-Kerame yên Siwêdayê, piştî dorpêçkirina mala berpirsê koma çekdar a ser bi îstixbarata leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê, Racî El-Felhût a li bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê bi çekan şerê hev kirin.

Hat diyarkirin, di şerê şeva borî ve li derdora mala El-Felhût dewam dike de, ji her du aliyan zêdetirî 13 kuştî û zêdetirî 30 birîndar hene. Hatiye zanîn ku 9 kuştî ji koma Racî El-Felhût, 4 kuştî jî ji çekdarên xwecih in ku êrîşî navendên El-Felhût ên li bajarokên Selîm û Etîl kirine.

SOHRê duh jî ragihandibû ku ji ber şerên li bajarokên Selîm û Etîl ên Siwêdayê, 10 çekdarên xwecih û koma Racî El-Felhût hatine kuştin.