SOHR: Êrîseke ser baregeha Rûsî hat têksikandin

12 tîrmeh 2020 12:58
SOHR: Êrîseke ser baregeha Rûsî hat têksikandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî hejmarek balafirên bêmirov hewil dane êrîşî baregeha Hmeymim a Rûsyayê ku li Lazqiye ye bikin ku bi moşekên parastina asmanî bersiva wan hatiye dayîn.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) pergalên parasatina asmanî ya Sûriyê bersiva êrîşan daye.

Televizyona Ekberiya ragihandiye ku dengê teqînan ji bajarê Cebla hatiya bihîstin.

Herwiha SOHRê jî daye xuyakirin ku dengê teqînan ji baregeha Hmeymim a Rûsî hatiye û pergalên parastinê bersiva balafirên bêmirov dane.