Li Eyn Îsayê dijî baregeha rûsî êrîseke xwekujî pêk hat

01 rêbendan 2021 19:03
Li Eyn Îsayê dijî baregeha rûsî êrîseke xwekujî pêk hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li dijî baregeheke Rûsyayê ya li başûrê bajarokê Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê êrîşeke xwekujî hat encamdan.

Li gorî çavkaniyên herêmê îro 1ê Çileya 2021ê danê sibehê, 5 kesên xwekuj bi otomobîleke bombebarkirî êrîşî baregeheke Rûsyayê ya li başûrê bajarokê Eyn Îsayê Til Seminê kirin.

Hat diyarkirin ku hêzên Rûsyayê hewldana êrîşkaran a ketina hundirê baregehê têk birine û piştî ku otomobîla bombebarkirî li deriyê têketina baregehê teqiya, êrîşkar hatine kuştin.

Hêzên Rûsyayê li ser vê êrîşê hê ti daxuyaniyek nedane, lê belê li ser medya civakî daxuyaniyeke ku rêxistina ‘Huras El-Dîn’ girtiye ser xwe hatiye belavkirin.